6 kesên ku di qezaya li Mêrdînê de canê xwe ji dest dan li Mîdyadê hatin definkirin

6 kesên ku di qezaya li Mêrdînê de canê xwe ji dest dan li Mîdyadê hatin definkirin

6 kesên ku doh di seatên serê sibê de li ser rêya Mêrdîn-Mehsertê di encama qezayê de canê xwe ji dest dabûn bi dua û stêrkên çavan hatin definkirin.

Doh di seatên serê sibê de serwîsa ku karkerên zanîngehê û walîtîyê tê de bûn ji Mîdyadê ji bona ku biçe Mêrdînê bi rê ketibû û di rê de qelibîbû û qeza kiribû. Di encama wê qezayê de 6 kes canê xwe ji dest dabûn û 5 kes jî birîndar bûbûn.

6 kesên ku di encama qezayê de canê xwe ji dest dabûn di mizgeftên cuda de nimêjên wan hatin kirin û li navenda Mîdyadê û gundên Mîdyadê hatin definkirin.

Fatma Kaya, Bûşra Keleş û Ruken Adam di Goristana Esrî ya Mîdyad Kalo de; Kamuran Onen û Yusuf Tunç di Goristana Esrî ya Qîbleyê de; Abdullah Macît jî li gundê Heştrekê hatin definkirin.

Di dema definê de heval û eqrebeyên rehmetîyan histêrkan rijandin û lûbandin.

Hat hînbûn ku Buşra Keleş mamoste ye, Fatma Kaya di Sazîya Alîkarkirina Rakirina Gund û Çandinê de wezîfedar e, Ruken Adam, Abdullah Macît, Yusuf Tunç û Kamuran Onen jî di yekîneyên ku girêdayê Walîtîyê ne de dixebitin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler