632 xwepêşandan li Sûriya derketin: 89 kes hatine kuştin

632 xwepêşandan li Sûriya derketin: 89 kes hatine kuştin

632 xwepêşandan li Sûriya derketin: 89 kes hatine kuştin

Hewlêr, 7 Tîrmeh (AKnews) – Çalakvanên Sûriya aşkere kirin ku duhî 632 xwepêşandan li seranserê welat derketin û 89 kes jî hatine kuştin.

Xwepêşandanên duhî li seranserê Sûriya di bin navê îna “cenga rizgariya gelêrî” de birêve çûn.

Komîteyên Hevahengiya Navxwe li ser rûpela xwe ya Facebookê belav kiriye ku duhî 89 kes li çend navçeyên Sûriya hatine kuştin û piraniya wan li navçeyên derdora Şamê bûn.

Li gorî komîteyan, 28 kes li derdora Şamê, 17 li Heleb, 11 li Deraa, 10 li Idlib, 8 li Hims, 7 li Hema, 6 li Şamê û 5 li Dêrezorê hatine kuştin.

Ji bal xwe ve Rewangeha Sûriya ya Mafên Mirov ragihand ku 53 kes duhî hatine kuştin ji wan 35 welatiyên sivîl, 14 leşkerên artêşê û 4 leşkerên “artêşa Sûriya ya azad” in.

Komîteyên Hevahengiyê her wiha aşkere kir ku duhî 632 xwepêşandan li seranserê Sûriya dijî rejîmê derketin.

Çavkaniyê xuy kir ku hejmara herî zêde ya xwepêşandanan ku 140 bû li Hemayê derketin û li Heleb 93, Idlib 75 û Deraa 61 xwepêşandan derketin.

hm (AKnews)

  

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.