70 Ton Esrar Hat Şewitandin
Berî niha li Diyarbekirê li ser kesên ku esrar û hişbirê îmal dikin û difiroşin operasyon dihatin kirin
Berî niha li Diyarbekirê li ser kesên ku esrar û hişbirê îmal dikin û difiroşin operasyon dihatin kirin. Midûriyeta Ewlekariya Diyarbekirê û Qomandariya Cendermeyê ya Bajêr, par gelek operasyon li dar xistin û di nav salekê de, ji bilî ya ku îmha kirine, 70 ton esrar bi dest xistin.
Di operasyonan de teyarên bêmirov jî hatin bikaranîn û bi saya tespîtên wan li ser cihên ku esrar û yan jî kinif lê tê çandin operasyon hatin kirin. Di encamên operasyonan de, 70 ton esrara ku ji bo firotinê hatibû amadekirin, hat bidestxistin û ji bo îmhakirina wê xebat hatin kirin.
Esrara han xistin telîsan û bi qamyonan kişandin seha çopa Diyarbekirê. Li wir jî hat şewitandin. Bihayê esrara ku hat îmhakirin 140 milyon bû.
Ji 70 ton esrara ku hat îmhakirin, 40 tonê wê ya hûr bû û ji bo îmhakirinê jî 13 hezar lîre hat xerckirin.
BANGAHEQ
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.