700 xwendekarên ku li Navenda Şemitandinê asê mabûn hatin xelaskirin

700 xwendekarên ku li Navenda Şemitandinê asê mabûn hatin xelaskirin

700 xwendekarên ku ji ber pûkê li Navenda Şemitandinê ya Qerecdaxê ya ku li Sîwereka Rihayê ye asê mabûn bi sed zehmetî hatin xelaskirin.

Li Sîwereka Rihayê 700 xwendekar ji bo ku xwe bişemitînin çûn Navenda Şemitandinê ya Qerecdaxê ya ku ji Sîwerekê 45 kîlometreyan dûr e. Xwendekar di rêya vegerê de ji ber berfa ku dibariye di rê de asê man.

 Piştî ku xeber ji rayedaran re hat dayîn re ekîbên rizgarkirinû û îtfaiyê her wiha mekîneyên kar ji bo xwendevanan xelas bikin dest bi xebatê kirin.  Di encama xebatên ku 2 seat berdewam kir de rêya ku hatibû girtin hat vekirin.

Hat ragihandin xwendekarên ku di rê de asê mane ji bajarên derdorê hatine navenda şemitandinê.(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.