72 sal e merş çêdike

72 sal e merş çêdike

Farîs Ayhanê 84 salî yê ku li navçeya Heskîfa Êlihê dijî zenaeta çêkirina merşan a ku ji sala 1945an pê ve wek karê bav û kalê xwe didomîne.

Farîs Ayhanê 84 salî yê ku li navçeya Heskîfa Êlihê dijî ev 72 sal e kilîman çêdike. Ayhanê ku li Heskîfa dîrokî dijî digel umrê xwe ya extiyar vê karê bi eşq û şewq didomîne.

Ayhan diyar kir ku berê di şikeftên li ser Kelha Heskîfê nêzî 500 ciyan dezgehên kilîman hebûne lê niha ev jimar nêzî 10an e.

Ayhan diyar kir wan berê 10 cûr berhemên bi navê cav, mebrum, şemet, şal-şepik, digurt, nasafî, pêşgir, merş, seccade û betaniyeya tiftikînê çêdikrin. Ayhanê ku diyar kir ku piştî pêşketina teknolojiyê ev kar ber bi bîrkirinê ve diçe. Ji ber vê yekê ew êdî bes betaniyeya tiftikîn, seccade çêdikin.

Ayhan diyar kir berhemên ku ew çêdikin li Heskîfê wek eşyayên xelatê datinin ser dezgehan û dûvre jî van difroşin turîstên biyanî û mehelî.

Ayhan diyar kir ev karê ku çendîn sal e ew didomîne êdî wekê berê bi qîmet nîne. Zêde eleqe lê nayê kirin û ber bi jibîrkirinê ve diçe. Dûvre Ayhan wiha li axavtina xwe zêde kir: “Li ser Kelha Heskîfê 500 dezgehên wekê ya min hebûn. Dûvre ev kar ber bi terkkirinê vê çû. Dema ez 12 salî bûm min dest bi vê karê kir. Min di heyama eskeriya xwe de navbir da vê karê. Piştî eskeriyê dûbare min dest bi vê karê kir. Wê çaxê ez demeke bi tacirtiyê re mijûl bûm. Ji ber ku ew kar gor min nebû dûbare ez vegeriyam karê xwe.” (ÎLKHA)
























 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.