730 Qurbanên Enfalê Hatin Defin Kirin

730 Qurbanên Enfalê Hatin Defin Kirin

Li Germiyanê Bi Merasîmê Hatin Defin Kirin

Rejîma zalimê Seddam, di operasyona Enfalê de, nêzî 180 hezar Kurd qetil kiribûn. Cenaze û termên gelek qûrbanên operasyona Enfalê, ne kifş in. Tê gotin ku bi komanî hatine veşartin. Bi hinek lêkolîna carna gorên wan eşkere dibin.

Hat diyar kirin ku termên 730 qurbanên Enfalê, hatine dîtin. Li Germiyanê bi merasîmek hatine defin kirin. Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, hejmareke zêde rayedarên Kurd û xwedî û merivên qurbanan, tevlî merasîmê bûn. Di merasîmê de, hinek xeberdan hat kirin. Dûre jî, şehîdên operasyona Enfalê, hatin defin kirin. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.