800 Hêsîr Ketin Grevê

800 Hêsîr Ketin Grevê

Ji heyeta bilind ya hêsîrên Fîlîstînê hat diyarkirin ku, 800 hêsîr ji bo destekê bidin hêsîrên di greva birçîbûnê de dest bi grevê kirine.

Ji heyeta bilind ya hêsîrên Fîlîstînê hat diyarkirin ku, 800 hêsîr ji bo destekê bidin hêsîrên di greva birçîbûnê de dest bi grevê kirine. Hat gotin ku, 800 hêsîrên di hepsên Rîmon, Nafha û Bîrşevayê de, ji bo desteka ji Samîr Îsavî, Eymen Şeravîne û grûbeke di greva birçîbûniyê de re, vê sibehê ketine grevê. Wezîfedarên hepsan ji bo wan ji grevê bizivirînin, ji do ve mehkûman ditirsînin û zorbatiyê li wan dikin.

Di beyanata heyetê de hat gotin ku, talûka heyeta hêsîrên Fîlîstînê dewam dike. Heyetê ji alema Îslamê û cîhanê xwest ku, rojek berê rojekê mudaxele bikin da ku, tiştek bi mehkûman neyê.

Hêsîrên Fîlîstînê ji bo ku, rewşa xerab ya hepsan, girtinên îdarî, di hepsan de me’mela xerab û girtina piştî berdana Gîlad Şalîtê tên qewimandin protesto bikin, dest bi greva birçîbûnê kiribûn.

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.