9 kesên tê diyarkirin DEAŞî ne hatin girtin
Li Dîlokê di operasyonên ku li dijî DAEŞê hatin kirin de ji 20 kesên ku hatibûn binçavkirin 9 kes ji teref mehkemê ve hatin girtin.
Li Dîlokê heftiya borî li dijî DEAŞê operasyon hatibûn lidarxistin û di operasyonan de 20 kes hatibûn binçavkirin. Ji van 20 kesên ku sewqî edliyê hatin kirin 9 kes hatin girtin û 11 kes jî bi şerta kontrola edlî hatin berdan.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.