AFAD: 20 hezar û 665 kes canê xwe ji dest dan, 80 hezar û 88 kes birîndar bûn

AFAD: 20 hezar û 665 kes canê xwe ji dest dan, 80 hezar û 88 kes birîndar bûn

AFAD, daxuyand ku di encama erdheja ku li Mereşê pêk hat de hejmarê kesên ku canê xwe ji dest dane derket 20 hezar û 665 kesan, hejmarê birîndaran jî derket 80 hezar û 88 kesan.

Li Mereşê di seat 04.17an de di mezinahîya 7,7an de; di seat 13.24 an de di mezinahîya 7,6an de du erdhejên mezin pêk hatin. Piştî erdhejan; li Mereş, Kîlîs, Dîyarbekir, Edene, Kinikan, Entab, Riha, Semsûr, Meletî û Hetayê bû sedema xerabûnên mezin.

Piştî erdhejê li bajarên Mereş, Kîlîs, Dîyarbekir, Edene, Kinikan, Entab, Riha, Semsûr, Meletî, Hetayê û Xarpêtê hejmarê personelên ku di sehayê de dixebitin gihaşt 110 hezar û 571 kesan.

Ji herêma afetê re bi tevî ekskavator, kêşvan, vînç, dozer, qamyon, arazoz, treyler, qlêder, vîdanjor û makîneyên kar yên wek wan 5 hezar û 557 erebe hatin sewqkirin.

Li gorî agahîyên dawî yên ku ji teref AFADê ve hatine belavkirin, ji ber erdhejê 20 hezar û 665 kes canê xwe ji dest dan, 80 hezar û 88 kes birîndar bûn. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.