Agir Bi Hepsa Tîpa M Ya Beycûmaya Zonguldakê Ket
Li bajarê Zonguldakê li beldeya Beycûmayê, agir bi hepsa tîpa M ya girtî ket. Sebebê şewatê ne hat diyar kirin.
Li bajarê Zonguldakê li beldeya Beycûmayê, agir bi hepsa tîpa M ya girtî ket. Sebebê şewatê ne hat diyar kirin. Şewat di demek kin de, li baniya hepsê belav bû. Gelek ekîbên îtfaiyê û ambûlans sewkî hepsê bûn.
Îdara hepsê mehkûm derxistin baxçê hepsê. Di bloka tesîsên civakî de gelek xisar qewimîn. Bi mudaxelaya îtfaiyeyê, agir hat vemirandin. 425 mehkûmên hepsê, sewkî hepsên Bartin, Enqerê, Karabuk û Boluyê bûn.
Di heyama şewatê de merivên mehkûman bi endîşe li ber hepsê civiyan.
Wekî tê zanîn di salên dawîn de, di hepsan de bi şewatan gelek hadîse diqewimin. Tê îfade kirin ku kontrola îdara hepsan bi heqî nayê cîh. Di hepsên ku hadîse tê de diqewimin, girtî û merivên mehkûman ji îdara wan hepsan pir bi gilîdar in. www.bangaheq.net
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.