Agir Bi Konê Multeciyên Sûriye Ket: Jin û 3 Zarok Can Dan

Agir Bi Konê Multeciyên Sûriye Ket: Jin û 3 Zarok Can Dan

Çîle û şerpezehiya multeciyên Sûriyê naqedin.

Çîle û şerpezehiya multeciyên Sûriyê naqedin. Do li Ceylanpinarê li Konbajarê Telhamûta ku multeciyên Sûriyê lê dimînin, agir bi konekê ket. Di hadîseyê de jin û 3 zarok can dan, 3 kes jî jehrî bûn. Kesên candayî, ji bo otopsiyê rakirin nexweşxana dewletê ya Ceylanpinarê. Kesên birîndar jî sewkî Rihayê kirin.

Hat gotin ku şewat ji ber kontaxa elektrîkê qewimiye. Agir di demeke kin de belav bû. Ekîbên îtfaiyê yên li konbajêr mudaxela şewatê kir. Berî niha dîsa li konbajarê Telhamûtê di konekê de şewat qewimîbû. 5 zarokên birayên hev can dabûn, li konbajara Suleyman Şah ya ku li Akçakaleyê ye jî, di şewatê de 5 kesê din can dabûn.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.