Agirbesta 4 rojî ya di navbera HAMAS û rejîma sîyonîst de dest pê kir

Agirbesta 4 rojî ya di navbera HAMAS û rejîma sîyonîst de dest pê kir

Agirbesta 4 rojî ya di navbera HAMAS û rejîma îşxalker de, li gorî seatên Tirkîyeyê di seat 08.00an de dest pê kir.

Agirbesta însanî, wê bi têketine tirên alîkarîya însanî ya ji Derîyê Sînora Refahê dest pê bike.

Bi destpêka agirbestê ew ê rejîma îşxalker li hemû Xezzeyê êrîşên xwe yên leşkerî bide sekinandin.

Rojane ew ê 200 tir û qamyonên alîkarîya însanî û amûrên tibbî wê di sînor de bikevin nav Xezzeyê, ev alîkarîyan jî ew ê hem li bakur hem jî li başûrê Xezzeyê bên belavkirin.

Li başûrên Xezzeyê balafirên herbê û dron jî wê nefirin. Li alîyê bakur jî dron, ew ê di navbera seat 10.00an û 16.00an de ji bo şeş seatî bisekinin.

Di dewra agirbestîyê de ew ê rejîma îşxalker li tu cîhekî Xezzeyê êrîşî tu kesê neke an jî wê tu kesan êsîr negire.

Ji serî heta dawî ya Ceddeya Selahaddînê ew ê çûndin û hatin bên garantîkirin.

Rejîma îşxalker li hember serbest hiştina 50 êsîrên zarok û pîrek ên di binê 19 salî de ne, 150 zarok û pîrekên girtî yên di bin 19 salî de ne serbest berde.

Di roja ewil de 13 êsîrên zarok û pîrek ên di heman malbatê de ne wê bên berdan.

Teqasa êsîran îro li gorî seatên Tirkîyeyê wê di seat 17.00an de dest pê bike. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.