Ajokar li 2 zilamên pîr xist û piştî wê revîya

Ajokar li 2 zilamên pîr xist û piştî wê revîya

Li Sêrt'ê ajokarek li 2 pîremêrê ku dixwastin derbasî hêla din bibin de qelibî, piştî qelibînê ajokar 2 pîremên li ber mirinê hişt û revîya.

Qeza li Kolana Tillo ya Sêrt'ê de di se'et 13.45'an de qewimî. Li gor agahiyên hat bidestxistin, li kolana Tîlloyê dema ku 2 pîremêr xestin ku derbasî hêla din bibin transîtek ku nasname û plaka wê ne diyar bû li wan qelibî.

Bi tesîra qelibînê 2 pîremêr bi metra pengizîn û ketin navenda refûjê. Ajokarê ku bûbû sedema qezayê bi transîta xwe bi lez revîya.

Bi xeberdayîna gel ji cihê qezayê re ekîbên tendirustiyê hatin û birîndar bi ambûlansan hatin birin Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdehiyê ya Sêrt'ê.

Ekîbên polîsên kû hatin cihê bûyerê di kamerayên ewlehiyê de ji bo tespîtkirina plakaya 'erebê dixebitin.

Hat ragihandin ku rewşa pîremêrekî giran e. (ÎLKHA)

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.