Ajokarê ku hakimîyeta dîreksîyonê winda kir qeza kir: 2 mirî 2 birîndar

Hat ragihandin li Darendeya navçeya Malatyayê ji ber ku ajokar hakimîyeta dîreksîyonê winda kir qeza pêk hat.

Di encama qezaya ku pêk hat de 2 kes canê xwe ji dest dan û 2 kes jî birîndar bûn.

Qeza doh derdora seat 17.00an de li Taxa Nadir pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin wesayîta bi plaqeya 67 AAV 724 a ku ajokarê wê kesê bi navê B.A. bû ji ber ku ajokarê wê hakimîyeta dîreksîyonê winda kir qeza kir.

Di encama qezayê de 2 kesên bi navê G.A. û M.Y.A canê xwe ji dest dan û 2 kesên bi navê B.A. û R.C.A. jî birîndar bûn.

Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexwşexanê û derheqê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.