AK Partî û Saadet HUDA PARê ziyaret kirin

AK Partî û Saadet HUDA PARê ziyaret kirin

Heyetên AK Partî û Saadetê Navenda Giştî yê HUDA PARê ziyaret kirin û eyda HUDA PARê pîroz kirin.

Ji ber minasebeta Eyda Remezanê di navbera partiyên siyasî de ziyareta eydê hat kirin û partiyi eyda hev pîroz kirin.

Di çarçoveya van ziyaretan de pêşî heyeta AK Partiyê yê ku  Arîkarê Serokê Giştî û Parlementerê Enqerê yê AK Partiyê Murat Alpaslan, Nurten Gungora endamê esîl ya Şaxê Jinan a AK Partiyê û Serokê Karên Hilbijartinê yê Şaxên Ciwanan ê AK Partiyê Nureddîn Çelîk jî di nav de bûn Navenda Giştî ya HUDA PARê ziyaret kirin.

Heyet ji teref Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê û Berdevkê Partiyê Mehmet Yavuz, Serokê Bajêra Enqerê Reşat Uşar û Serokê Navçeya Sîncanê Abdulwehab Koyuncu ve hat pêşîwazîkirin.

Piştî ziyareta AK Partiyê heyeta Partiya Saadetê ya ku di nav de  Serokê Karên Derve û Arîkarê Serokê Giştî yê Saadetê Hasan Bîtmez û Endamê Lijneya Îdareya Giştî Nedîm Tîtîz Navenda Giştî ya HUDA PARê ziyaret kirin.

Heyet ji teref Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê û Berdevkê Partiyê Mehmet Yavuz, Serokê Bajêra Enqerê Reşat Uşar û Serokê Navçeya Sîncanê Abdulwehab Koyuncu ve hat pêşîwazîkirin.

Di her du ziyaretên ku hatin kirin de partiyî eyda hev pîrozkirin û di derheqê rojeva hundir û derve de gotûbêj kirin.(ÎLKHA)





















HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.