Alarma Bagera Sandyyê
Li Emrîka Ji Ber Bagerê Li Gelek Bajaran Rewşa Neasayî Hat Îlankirin
Xeberan dan zanîn ku bagera Sandyyê, bilez ber bi Emrîka ve diçe. Ji ber bagerê, bajarên Waşîngtonê, Newyorkê, Fîladelfiya û Bostonê ketin alarmê.
Li paytext Waşîngtonê gelek sazî û mekteb tatîl bûn. Seferên teyaran, trên, metro û otobosan hatin sekinandin, seferên trênan hatin betal kirin. Rewşa acîl hat îlankirin. Wezîfedaran, ji bo çêbûna lehiyan, hatin birîna elektrîkê û hatin girtina riyan îqaz û hişyarî dan.
Li Newyorkê jî heyat sekinî. Metro û otobos sekinîne. Borsaya New Yorkê û bînaya yekîtiya Dewletan hatin girtin.
Xeberan diyar kir ku bager ji hêla bakur û rojavayê, bi pêlên hewayê ve dibe yek, ji ber vê yekê hadîseyên mezin tên guman kirin. Li gelek bajaran millet bazdide marketan da ku tiştan ji bo heyama bagerê peyda bikin. Li hinek deveran millet ketine quncîkên malên xwe û bi endîşe sekinîne.
www.bangaheq.net
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.