Alî Hamaney û Îbadî hevdîtin kirin

Alî Hamaney û Îbadî hevdîtin kirin

Serokwezîrê Iraqê Haydar el-Îbadî ji terefRêberê Înqilaba Îslamî yê Îranê Ayetullah Alî Hamaney ve hat qebûlkirin.

Serokwezîrê Iraqê Haydar el-Îbadî piştî ku hat Trikiyê û bi Serokomar Erdogan û Serokwezîr Yildirim re hevdîtin re derbasî Îranê bû û li wê derê çend hevdîtina pêk anî. Di hevdîtina Serokwezîrê Iraqê Haydar el-Îbadî ji teref  Rêberê Înqilaba Îslamî yê Îranê Ayetullah Alî Hamaney ve hat qebûlkirin.

Di hevdîtina ku hat kirin de mijarên mîna referandûma Kurdistana Iraqê, pêwendiyên Tahran û Iraqê û geşedaniyên dawî yên li Iraqê hatin bidestxistin.

Hamaney di hevdîtina ku hat kirin de diyar kir ew wan teşebûsên ku ji teref hikûmeta navendî ya Baxdayê ve bo deshilatdariya neteweyî û yekîtiya axên welat muspet û erênî dibînin.

Hamaney di berdewama axavtina xwe de diyar kir “Di heman demê de divê hûn haya xwe ji dek  û dolabên Amerîkayê bikin û qet baweriya xwe pê neyênin. Bêşiphe dema ku Amerîkayî firsetê dîtin ew ê dîsa darbê li Iraqê bidin.”

Îbadî jî di hevdîtinê de destnîşan kir ew hewil didin yekîtî û digelheviya Iraqê mihafeze bikin û weke ku me berî niha jî diyar kir em ê qet destûrê nedin wê tehlûkeya dabeşbûna welatê me.(ÎLKHA)
















 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.