Alîkarê Serokê Giştî û Berdevkê  HUDA PARê: Xweda nesîb bike emê di demeke nêz de bi destên xwe midaxeleyî vê munkeratê bikin

Alîkarê Serokê Giştî û Berdevkê HUDA PARê: Xweda nesîb bike emê di demeke nêz de bi destên xwe midaxeleyî vê munkeratê bikin

Alîkarê Serokê Giştî û Berdevkê HUDA PARê Serkan Ramanli di mîtînga “Xwedî li Quranê Derkeve” ya ku li Êlihê tê tertîpkirin de derheqê êrîşa ku li Swêdê li Quranê hat kirin de axavtinek kir.

“Ey xuşk û birayên min! Hûn îro li vê derê kom bûn da ku heddê wan kesên ku êrîşî Îslama azîz dikin bi wan bidin zanîn”

Ramanli di destpêka axavtina xwe de bixêrhatin da kesên ku beşdarî mîtîngê bûne û wiha got: “Ey xuşk û birayên min! Hûn îro li vê derê kom bûn da ku heddê wan kesên ku êrîşî Îslama azîz dikin bi wan bidin zanîn. Dîsa îro em li vê derê kom bûn ku em nîşanî temamê dinyayê bidin ku ew ê kesên bêhed nikaribin nûra Îslamê bi ti şiklî bitefînin. Doh yekî bêhed li Swêdê nusxeyên Qurana Kerîm şewitand, ev yek ne tiştekî ji rêzê ye. Berî niha gelek welatên din ên Ewrûpayê jî bêedebîyên wisa hatibûn kirin. Lê ya doh ji yên din cudatir e. Lewra dewleta Swêdê pêşî destûr da wî kesî û dûre jî wî bi polêsên xwe muhafeze kir. Eva doh çalakîyeke wisa qustax û rezîl bû.”

“Ger ew mîsqalî zerre qedr û qiymet nadin muqaddesatên me em ne mecbûr in ewlehîya wan saz bikin. Bila bicehimin herin û çareya serê xwe mêze bikin”

Ramanli di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir, ti dewlet, hêz û otorîteyek nikare heqaret li bawerîya Mislimanan bike û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ti dewlet, hêz û otorîteyek nikare heqaret li bawerîya Mislimanan bike, nikare heqaret li Pêxemberê me bike û nikare Qurana me bişewitîne. Em van tişta ku hatiye kirin qebûl nakin û red dikin. Xuşk û birayên min, berê me li dijî tiştên wisa bes karibû buxz bikin; lê belê hemd ji Xwedê re îro em him dikarin buxz bikin û him jî dikarin dengê xwe derînin. A niha li gelek bajarên welêt Misliman daketine meydanan û li hember vê zilm, munkerat û bêhedîyê re dengê xwe derînin û tişta ku hatiye kirin bi tundî şermezar dikin. Îro em hewl didin bi zimanên xwe munkeratê asteng bikin; lê belê Xweda nesîb bike emê di demeke nêz de bi destên xwe midaxeleyî vê munkeratê bikin. Em ji bo hatina wê rojê bêsebr in. Lê heta ew roj bê em ji vê derê dixwazin bang li hikûmeta ku vê selahîyetê di destê xwe de digire re bang bikin. Ey ew kesên ku di îdareya welêt di destên xwe de digirin. Dev ji FETO û PKKê berdin. Swêd ji dîn, Reb û kitêba me re dijmintîyê dikin. Ma serê bi çi ewlehîya wan dewletên ku êrîşî muqaddesatên me dikin diêşe. Ger ew mîsqalî zerre qedr û qiymet nadin muqaddesatên me em ne mecbûr in ewlehîya wan saz bikin. Bila bicehimin herin û çareya serê xwe mêze bikin.”(ÎLKKA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.