Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê: Benê wan provokatorên ku êrîşî me kirin diyar e di destê kî de ye

Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê: Benê wan provokatorên ku êrîşî me kirin diyar e di destê kî de ye

Huseyîn Yilmazê Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê derheqê wan êrîşên ku di van rojên dawî de li partîya wan tê kirin de nirxandinan kir.

Yilmaz di bernameyeke televîzyonê ya ku beşdarî de bû de derbarê mijarê de destnîşan kir, di pey wan êrîşên ku li partîya wan tên kirin de Xerb heye û derbarê mijarê de wisa got: “Weke ku di vîdeoyên ku hatine girtin de jî tê dîtin di wê qelebalixa li ber standa me kom bûne de herî zêde 20 kes hene ku xelqê provoke dikin. Hevalên me ekserê wan tespît kirin. Ew 20 kes endamên û îdarevanên Zafer Partîsî, ÎYÎ Partî û CHPê ne. Nasnameya wan kesên ku êrîşî me kirin diyar bû. Ew kesên ku provokator in diyar in,bi heman awayî ew kesên ku van provokatoran şandine wê derê jî diyar in û benê wan provokatorên ku êrîşî me kirin di destê kî de ye ew jî diyar e. Ew kesên ku PKK, DHKP-C, TÎKKO, FETO û KCKê anîye ba hev û destekê dide wan kî be, benê wan di destê wî de ye. Kî ne ew? Amerîka, Fransa û Almanya ye.”(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.