Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê bi Meşalê ji rêberên HAMASê re hevdîtin kir

Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê bi Meşalê ji rêberên HAMASê re hevdîtin kir

Mehmet Eşînê Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê bi Xalid Meşalê ji rêberên HAMASê û Berpirsê Pêwendîyên Derve yê HAMASê re hevdîtin kir.

Di hevdîtina ku hat kirin de zafera “Şûrê Qudsê” hat gotûbêjkirin.

Eşîn derbarê hevdîtina ku hat kirin de li ser tora medyaya civakî daxuyanîyek belav kir.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de wisa hat gotin: “Me bi Xalid Meşalê ji rêberên HAMASê û Berpirsê Pêwendîyên Derve yê HAMASê re hevdîtin kir û me tazîye, tebrîk û desteka xwe ji bo wî anî zimên. Di hevdîtina ku hat kirin de me pêvajoya Şerê Şûrê Qudsê bi tevahî nirxand. Bi izna Xweda zafer nêz e.”

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.