Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê: PKK, musîbetê mezintirîn e ku hatiye serê Kurdan

Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê: PKK, musîbetê mezintirîn e ku hatiye serê Kurdan

Şeyhmus Tanrikuluyê Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê di bernameya ku li Bîngolê ji ber minasebeta şehadeta Fethî Yalçin û Cengîz Tiryakîyê ku ji teref PKKê ve hat şehîdkirin hat tertîpkirin de axivî.

Tanrikulu di axavtina xwe de balan kişand li ser zilm û zordarîya PKKê ya ku herêmê û destnîşan kir “PKK, musîbetê mezintirîn e ku hatiye serê Kurdan û PKK Dahhakê esra 21an e.”

“Heta îro di nav Kurdan de rêxistineke wisa xaîn û hov nehatiye dîtin û derketiye holê”

Tanrikulu di destpêka axavtina xwe de destnîşan kir ew şehîdên 6-8ê Cotmehê bi rehmet û hesret yad dikin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “PKK ji roja ku hatiye damezrandin vir ve di nav 40 salan de musîbetê mezintirîn e ku hatiye serê Kurdan e.Ji ber ku PKK bêyî ku ferqê bixwe nav wan bi deh hezarana zarok, jin û sîwîlan qetil kiriye Dahhaka esra 21an e. Heta îro di nav Kurdan de rêxistineke wisa xaîn û hov nehatiye dîtin û derketiye holê. Ev musîbet bes musîbeteke maddî nîne, lewra rejîma Kemalist a ku ji damezrandina cumhurîyetê vir ve hewl dida Kurdan ji Îslamê dûr bike û nikaribû vê yekê bike vê wezîfeyê dewrî rêxistina hov, barbar a ku xwedî fikra marksîst e. Ev rêxistin qismî be jî di vî warî de bi ser ketiye.”

“Ev rêxistina xaîn û murted a ku hewl dida Kurdistan bike kafiristan, wezîfe girt li ser xwe da ku Kurd ji bo Îslamê pêşîvantîyê nekin…”

Tanrikulu di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir, PKK ji roja ku hatiye damezrandin vir ve ji mîhrakên derve re xizmet kiriye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ PKK hewl dida û dixebitî da ku di nav Kurdan de Îslam belav nebe, Kurd ji adet û kevneşopîyên xwe dûr bikeve û di nav Kurdan de fiilîyat û fikrên jirêderketî ên xerbê hakim bibin. PKK dema ku vê yekê dikir li ber van fikrên jirêderketî li Kurdistanê partîya me û sazîyên me yên sîwîl ên ku xebat û xizmetên Îslamî dikin û dikirin ji xwe re raqîb dît û êrîşî wan kir. Divê neyê jibîrkirin PKK gelek qetlîaman kir ku hinek ji van qetlîaman bi wasitaya çapemenîyê hat xwestin bên jibîrkirin. Mixabin bi xeberên ne rast û derew ên ku bi rêya çapemenîyê hatin kirin li ser van qetlîamên PKKê hatin girtin û PKK heta îro hat. Lê ev yek ango plan û dek û dolabên wan heta şehadeta Şehîd Yasîn û hevalên wî berdewam kir. Lewra dîmenên şehadeta Şehîd Yasîn û hevalên wî rûyê rastî ya qirêj a PKKê derxist holê. Ev rêxistina xaîn û murted a ku hewl dida Kurdistan bike kafiristan, wezîfe girt li ser xwe da ku Kurd ji bo Îslamê pêşîvantîyê nekin, alim ji nav wan dernekevin û destekê nedin ummetê û asîmîle bibin.”

“Di wê heyamê de bes ê ku teslîmî rêxistinê nebû HUDA PAR bû. HUDA PAR tu carî serî li ber rêxistinê netewand û dê netewîne jî”

Tanrikulu di berdewama axavtina xwe de balan kişand li ser wan êrîşên ku piştî salên 90î di navbera salên 2004-2011an de ji teref PKKyê rêxistina murted ve li Kurdistanê li sazîyên sîwîl ên civakî yên Îslamî û her wisa li Mislimanan hatin kirin. Tanrikulu di axavtina xwe de destnîşan kir ew pêvajoya ku dewletê di bergeha “pêvajoya çareserîyê” de dengê xwe ji rêxistinê re nekir bû sedema bûyerên 6-8ê Cotmehê. Tanrikulu dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di wê pêvajoya çareserîyê de rêxistinê gefa kuştin û tunekirinê li gelê Kurd xwar. Di wê heyamê de hêzên ewlehîyê wezîfeya xwe bi cî neanîn ku ji ber vê yekê rêxistin li nêzî cendirmeyan qeraqolê danî û ji karsazan xerec stand. Di wê heyamê de bes ê ku teslîmî rêxistinê nebû HUDA PAR bû. HUDA PAR tu carî serî li ber rêxistinê netewand û dê netewîne jî.”

“Rayedarên hikûmetê di wê heyamê de hewl didan Abdullah Ocalanê ku xwedî fikra Marksîst bû di nezda raya giştî de bi qedr û qiymet nîşan bide”

Tanrikulu di dawîya axavtina xwe de qesda Abdullah Ocalan kir û got: “ Abdullah Ocalan li hember bawerî û çanda Kurdan şer daye destpêkirin, xwedîyê fikra Marksîst e û haşa xwe nîvîlah îlan kiriye û xwe qaşo lîderê Kurdan dihesibîne. Rayedarên hikûmetê di wê heyamê de hewl didan vî kesî di nezda raya giştî de bi qedr û qiymet nîşan bide. Çawa ku me berî niha jî gotibû ew xizmetkarê Amerîka ne, hinek kes ji vê gotinê re îtîraz dikirin. Lê belê îro her tişt bi şikleke aşkere li holê ye. Ew îro xizmetkarî û tetîkkêşîya Amerîka dikin û her tim di emrê wan de ne.”

Bername bi diaya ku hat kirin bi dawî bû.(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.