Alîkariya Komelên Îslamî Li Multeciyên Sûrîye

Alîkariya Komelên Îslamî Li Multeciyên Sûrîye

Multecî û penaberên Sûriyê, ji ber şer û herbê xwe davêjin dervê welêt. Gelekê wan tên Tirkiyê. Hinek ji wan di qemp û konbajaran de ne, lê hinek jî bi îmkanên xêrxwazan li nav mal û konan dijîn.

 Multecî û penaberên Sûriyê, ji ber şer û herbê xwe davêjin dervê welêt. Gelekê wan tên Tirkiyê. Hinek ji wan di qemp û konbajaran de ne, lê hinek jî bi îmkanên xêrxwazan li nav mal û konan dijîn. Ji wan hinek li Ceylanpinar, Wêranşehrê, Qoser, Nisêbînê û Çinarê ne. Multeciyên li van dera, bi alîkariyên komel û kesên xêrxwaz debara xwe dikin.

Komela Camî-Der ya ku li Wêranşehrê fealiyetan li dar dixe, vê heftê alîkariya multeciyên Sûriyê kirin. Li 705 kesan alîkariya kinc û bergan, li 15 malan alîkariya ğidayê kirin. Sobe dan 2 malan, xalî dan 3 malan, nivîn dan 4 malan, battaniye dan 15 malan û sarincek dan malekê. Serekê komîsyona alîkariyê Xelîl Dolaş wiha da zanîn “Niha pêdiviya penaberan pir bi ğida û battaniyê heye. Ji ber vê yekê, ji bo alîkariyê em deng li welatiyan dikin.”

Li aliyê din komela Duşunce-Der ya Nisebînê jî, li multeciyên Sûriyê yên ku hatine Nisêbînê, alîkariya ğida, kinc û eşyayên sipî yên malê kirin. Wezîfedarên komelê diyar kirin ku, heta niha ligel xelkê mexdûr û muxtac yên Sûriyê bûne, û destek û alîkariya xwe yên li wan dewam dikin.

Her wiha komela Merhamet Elî Gida Bankasi ya Bîngolê jî, di meha borîn de li 30 malbatan alîkariya ğida û neqdî kir. Serekê komelê Mehmet Tamaç diyar kir ku, destê biratî û alîkariyê dirêjî malên mûxtaç dikin.

Mehmet Tamaç wiha beyan kir “Em gazî xêrxwazan dikin. Gelek malên ku hewceyê alîkariyê ne û feqîr û muxtac in hene. Em dixwazin di navbera xêrxwaz û van feqîran de, bibin wasîta alîkarî û biratiyê.”

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.