Alîkariya Li 54 Hezar Malbatan
Platforma Alîkariyê ya Karwanê Umutê, der barê fealiyetên xwe yên sala çûyî de raporek bi qamûyê re parve kir
Platforma Alîkariyê ya Karwanê Umutê, der barê fealiyetên xwe yên sala çûyî de raporek bi qamûyê re parve kir.
Li 71 bajaran fealiyetên Platformê hene. Platformê beyan kir ku di sala 2013an de li 54 hezar malbatên feqîr, di bedêla 2 milyon û 989 hezar û 572 lîrayê de alîkariyên ‘eynî û neqdî kirine. Di nav van alîkariyan de ğida, cil û berg, qirtasiye, malzemên malê û ardû hene.
Di beyanê de hat gotin ku ferq nexistina navbera feqîran, li fikr û mezheb û felsefa wan nehatiye nêrîn. Mijara ku tê de herî serkeftî bûne ew e ku mixtacên tu kesî ew nedîtine, wan tesbît kirine û alîkarî gihandine wan.
Her wiha hat gotin ku alîkariya malbatên milteciyên Sûriyê jî kirine, li pêşberî wan heqê cîrantî û biratîyê bi cî anîne û têkiliyên biratiyê xurt kirine. Ji bo ğida, xalî, nivîn, lihêf û bettaniyeyê, çi ji destê wan hatiye kirine.
BANGAHEQ
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.