Alîkariya Umut-Derê
Piştî Îda Remezanê Alîkariya 90 Malî Dike
Umut-Der Gida Bankasi ya Edenê, di meha remezanê de, alîkariya gelek feqîran kiribû. Komel piştî cejna remezanê, alîkariyên xwe didomîne.
Der heqê xebat û xizmetên Komelê de, serekê komelê Selaheddîn Yenîay wiha diyar kir “Em alîkariyên xêrxwazan derhal li feqîran belav dikin. Di meha remezanê de em negihabûn hinek malên feqîr. Me wan tesbît kir. Niha emê bi ğida û paketan alîkariya 90 malî bikin. Em dixwazin di navbera zengîn û feqîran de dibin pira alîkariyê.”
Komela alîkariyê, di meha remezanê de alîkariya gelek malan kiribûn, çend caran li meydanê ji bo 500 kesî xwarina fitarê dabû. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.