Alîkariya Yetîm-Derê

Alîkariya Yetîm-Derê

Yetîm-Der a Ewrûpa Alîkariya Muslumanê Araqanê Kirin

Ji bo muslumanê Araqanê ji gelek deverên cîhanê alîkarî tên berhevkirin û rêkirin. Her wiha muslumanê Ewrûpa jî zend û bendê xwe hildane ji bo alîkariyê.

Komela alîkariyê Yetîm-Der a Ewrûpa, ji bo alîkarî û piştevaniya mezlûm û muslumanên Araqanê dixebite. Alîkariyên ku berhev dike bi wasîteya Zekat Fondeyşin dişîne ji mezlûmên Araqanê re.

Serekê komela Yetîm-Der a Ewrûpa Mûrat Korkût wiha diyar kir “Heta niha komela me 4240 ewro ji mezlûm û muslumanê Araqanê re şandiye. Alîkariyên me hê jî dewam dikin. Em alîkariyên xwe bi wasîteya Zekat Fondeyşin dişînin. Xêrxwazin ku ji muslumanê Araqanê re alîkarî kirine, Xweda xêra wan qebûl bike.” (Ferman Çiyayî/Bangaheq)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.