Alîkariyên Cemiyeta Mustezefan A Şaxa Agirî

Alîkariyên Cemiyeta Mustezefan A Şaxa Agirî

Alîkariyên Cemiyeta Mustezefan A Şaxa Agirî

Cemiyeta Mustezefan a şaxa Agirî, alîkariyên xwe didomîne. Mensûbên komîsyona alîkariyê, pakêtên alîkariyê dan bi dehan malbatên feqîr yên ku berê hatibûn tesbît kirin.

Serekê komîsyona alîkariyê Sûat Nogay, der heqê alîkariyên komelê de, wiha xeber da “Alîkariyên me, her meh bi serûber tên belav kirin. Meqseda me ew e ku, hê bêtir malên feqîr kêfxweş bikin.”

Sûat Nogay di dewama xeberdana xwe de wiha got “Bi sedan malên feqîr me tesbît kirine. Ji wan ên herî feqîr, di pêşiyê de ne. Dûre yên hindiktir feqîr tên. Bi vî awayî me wan kirine grûb. Û li gora wê em alîkariyan belav dikin. Xweda ji wan xêrxwaz û alîkar û xizmetkaran razî be ku, di vê xêrê de tu texsîrî nekirin.”

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.