Alîkariyên Komeleyên Îslamî Li Muhacirên Sûrîye

Alîkariyên Komeleyên Îslamî Li Muhacirên Sûrîye

Li Rûhayê Şaxa Komeleya Yardim Elî a Aqçeqeleyê Kampanya xwe a bi navê: “Ji Muhacirên Sûrîye Em Bibin Ensar” didomîne.

Li Rûhayê Şaxa Komeleya Yardim Elî a Aqçeqeleyê Kampanya xwe a bi navê: “Ji Muhacirên Sûrîye Em Bibin Ensar” didomîne.

Alîkariyên ku di çarçowa vê kampanyayê de hatin kom kirin, bi wasîteya endam û dilxwazên komeleyê ve li muhacirên Sûrîye yên hatibûn tespît kirin tê belavkirin.

Serekê Komeleyê Îbrahîm Yilmaz di derbarê kampanya û alîkariyên hatine kom kirin me’lûmat dan. Yilmaz go: “Em bi çavê muhaciran li birayên xwe yên ji Sûrî tên dinêrin. Me pişta xwe daye bawerî û exlaqê Îslamê û di vê çarçoweyê de em dixwazin ku bibin ensar.”

Yilmaz, ji xêrxwazên ku xêrên xwe gihîştandine wan re teşekkur kir û go: “Alîkariyên gihîştine me têr nake. Lewra bi sedan malbat xwe sipartine Aqçeqeleyê. Stokên me yên erzaq û cil û bergan xilas bûne. Lewra em digel feqîrên Sûrîye feqîrên gelê xwe jî îhmal nakin. Beriya herba Sûrîye jî 130 malbatên feqîr û muhtac murace’etî me kiribûn.”

Ji alîyekî ve jî Komeleya Camî a li qeza Wêranşehrê jî alîkariya muhacirên Sûrîye dike.

Serekê Komîsyona Alîkariyê a Komeleya Camiyê Îbrahîm Halîl Dolaş beyan kir ku: “ Bê navberdayîn wê alîkariyên ku li muhacirên Sûrîye dikin bidomînin.”

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.