Alîkarîyên ku ji hewayê ji Xezzeyê re têne şandin nabe derman, dibe sedema qetilkirinê!

Alîkarîyên ku ji hewayê ji Xezzeyê re têne şandin nabe derman, dibe sedema qetilkirinê!

Ofîsa Enformasyona Hikumeta Xezzeyê, daxuyand alîkarîyên ku ji teref balafiran ve ji Xezzeyê re têne şandin ji ber xelatîyan bûye sedema mirina 18 kesan.

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku Emrîqa jî di vê qetlîam û sûcê de hevparê sîyonîstan e.

Hat destnîşankirin ji ber ku alîkarî bi şekleke xelet hatine şandin 18 Fîlîstînî canê xwe ji dest dane, ji van jî 12 kesên wan li bakurê Xezzeyê di nav avê de fetisîne û bi wê şeklê can dane.

Ji ber ku însanên Xezzeyê birçîne û li ber mirinê ne ji bona ku wan alîkarîyên têne şandin bidestbixin xwe davêjin nav avê û bi vê şeklê ew difetisin.

Di berdewama daxuyanîyê de hat ragihandin ku 6 kesên dinê jî li herêmên cuda ji ber îzdîhemê canê xwe ji dest dane.

Hat ragihandin van alîkarîyên ku têne şandin ji bona ku ji însanan re bibe alîkarî nayê şandin, van alîkarîyan ji bona ku bibin sedema qetilkirina Fîlîstînîyan têne şandin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.