Alîkariyên Meha Remezanê

Alîkariyên Meha Remezanê

Di meha Remezanê de komelên Îslamî û alîkariyê xizmet û alîkariyên xwe zêde dikin

Di meha Remezanê de komelên Îslamî û alîkariyê xizmet û alîkariyên xwe zêde dikin. Li Bedlîsê komela Best-Derê bi ğidayê alîkariya malên feqîr û mexdûr kir. Xizmetkarên komelê pakêtên alîkariyê li malên ku berê hatibûn tesbîtkirin belav kirin. Serekê komîsyona alîkariyê Mela Emrûllah Uysal da zanîn ku, ji bo ji sêwî û mexdûran re bibin hêvî ketine rê.

Cemiyeta Mustezefan ya şûba Tarsûsê jî, di remezanê de alîkariyên xwe didomîne. Komelê li 41 malbatên mixtac ğida belav kirin. Ji komelê Muhemmed Ozden wiha got “Bi amanca welatiyên me yên mixtac meha Remezanê bi hizûr derbas bikin, me li gorî îmkan û qaweta xwe alîkariya 41 malbatan kir.”

Her wiha komela Rahmet Elî Gida Bankasiya Wanê, alîkariyên xwe li malên feqîr û mixtac belav kirin. 30 dilda û xizmetkarên komelê guhnedan germahiyê. Bi rojî pakêtên alîkarîyê teslîmî 200 malbatan kirin. Xizmetkaran di heqê malbatan de agahî jî stendin û ev rapor dan komelê. Serekê komîsyona alîkariyê Yalçin Tay da zanîn ku, di Remezanê de armanca wan alîkariyê bigihînin 2 hezar malbatî. Malbatên feqîr ji ber van alîkariyan kêfxweşiya xwe anîn ziman.

Li aliyê din Umut Kapisiya Diyarbekirê, qamyonetek pakêtên alîkariyê bi wasîteya komela Yar-Dera Akçakaleyê ji malbatên Sûriyê re şandin. Ji komela Yar-Derê hat beyan kirin ku, digel 450 pakêtên ğidayê yên Umut Kapisiya Diyarbekirê, alîkariyên xwe şandine Sûriyê. Alîkariyên ku şandine Sûriyê, bi wasîteya saziyên alîkariyê li malbatên mixtac tên belavkirin.

Li Çinarê jî Komela Şefkat-Derê di meha Remezanê de lez da alîkariyên xwe. Komelê li 320 malbatên mixtac alîkariyên ğidayê belav kirin. Serekê komelê Wedat Aydin beyan kir ku her meh bi rêkûpêk li 30 malbatan alîkarî belav dikin.

Her wiha li Diyarbekirê komela Yetîm-Derê jî alîkariya malbateke ku nû zewicîne kir. Komelê beyan kir ku li gorî îmkanên xwe alîkariya sêwiyan dikin.

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.