Alim Ji Bo Wehdetê Civiyan
Li Tirkiyê ev cara 2an e ku komcivîna nêzîkkirina nav mezehêbên Îslamî tê lidarxistin
Li Tirkiyê ev cara 2an e ku komcivîna nêzîkkirina nav mezehêbên Îslamî tê lidarxistin. Di Komcivîna 26an ya Stenbolê de, alimên Îslamê gazî wehdetê kirin. Ji 25 welatan yên wek Iraq, Misir, Îran, Cezayîr, Pakistanê alim tevlî civînê bûn.
Ji Îranê sekreterê saziya nêzîkkirina mezhebên Îslamî Ayetûllah Mûhsîn Eraqî wiha got: “Hemî mislumanên li ser rûyê erdê, dive li ber dijminên Îslamê, bi hev re hereket bikin. Ev jî wezîfeyek e ku eqlê me û dînê me li me bar dike.”
Mazûban Oğuzhan Asîlturkê serekê heyeta şêwra bilind ya partiya Seadetê jî beyan kir ku divê hemî misluman werin cem hev, teşkîlatên xwe yên ekonomîk û siyasî ava bikin.Pey xeberdanan civîn ji medyayê re girtî hat lidarxistin
BANGAHEQ
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.