Almanya ji tahliyeyên Doza Girava Mezin razî ye
Hikûmeta Almanyayê jiber 11 kesên ku di nav de birêveberên Rêxistina Efûyê ya Navteweyî jî hene hatine tehliyekirin kêfxweş e.
Doh di Doza Girava Mezin de 11 kesên ku di nav de Peter Steudtnerê Almanî ye û pîsporê înformatîk, hinek birêbeberên Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî û hinek temsîlkarên STKyan hebûn di encama darizandina ku hat kirin de tev hatin tahliyekirin. Ji van 11 kesan tev de ji 8 kesan ji ber sûcên ‘endambûna rêxistina terorê’’ û “ ji rêxistina terorê re alîkarî kirin” e 15 sal ceza hat telebkirin.
Peter Steudtnerê Almanî û pîsporê înformatîk piştî ku hat tehliyekirin re daxuyaniyek da û got “Em hemû rihet bûn, em ji wan kesên ku bi rêya dîplomatîk û hiqûqî destekê dane me re teşekur dikin.”
Îdîl Esera Dîrektorê Tirkiyê ya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ye jî derbarê tehliyeyan de diyar kir qerara mehkemê bo wan bû suprîzek.
Hikûmeta Almanyayê jî ji tahliyeyan memnûn û razî ye.
Berdekê Hikûmetê Steffen Seîbert di daxuyaniya ku ji ser hisaba xwe ya fermî ya twîtterê da de derabrê mijarê de diyar kir “ Di taliyê de Peter Steudtner û ew kesên din ên ku parêzvanên mafên însanan in tên berdan. Em ji bo wan kêfxweş in û hişê li ser wan kesên ku hêj di girtîgehê de ne ye.”
Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Sîgmar Gabrîel jî derbarê mijarê de diyar kir ew qerara mehkemê bi memnûniyet pêşîwaz dikin û dû re wiha got: “Ev gaveke ku cesaretê dideye, ev gava ewil e.”
Di 5ê tîrmehê de li Girava Mezin di ser civîna ku di otelekê de dihat kirin hatibû girtin û di serdegirtinê de tev de 8 kes hatibûn binçavkirin. Dozgerî derheqê van kesan de ji ber sûcên ‘endambûna rêxistina terorê’’ û “ ji rêxistina terorê re alîkarî kirin” e 15 sal ceza hat teleb kiribû.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.