Amerîka, Brîtanya û NY alternatîfek bo referandumê dane Barzanî

Amerîka, Brîtanya û NY alternatîfek bo referandumê dane Barzanî

Amerîka, Brîtanya û Nûnerê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî alternatîvek li cihê referandumê pêşkêşî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kirin.

 Amerîka, Brîtanya û Nûnerê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî alternatîvek li cihê referandumê pêşkêşî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kirine û Serok Barzanî jî ji wan re gotiye: “Em dê vê mijarê li gel serkirdatiya siyasî ya Kurdistanê gotûbêj bikin û di demekê nêzîk de em dê helwesta xwe rabigihînin.”

Îro pêncşembiyê li bajarê Duhokê, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwazî li nûnerên welatên Amerîka, Brîtanya û Netewên Yekbûyî kir û derbarê referandumê de bi hev re civiyan.

Derbarê civînê de, Serokatiya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek weşand û naveroka gotûbêjên navbera Serok Barzanî û nûnerên Amerîka, Brîtanya û Netewên Yekbûyî aşkere kir.

Li gorî daxuyaniyê, Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî şandeke li Nûnerê Taybetî yê Serokê Amerîka û Nûnerê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî û balyozên Amerîka û Brîtanya yên li Iraqê kir.

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Roja pêncşembiyê 14-09-2017ê Serokê Herêma Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî pêşwazî li şandeke bilind a hevpeymanan kir, ku pêkhatibû, li Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîka Brett McGurk û Şanderê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Rêxistina Netewên Yekbûyî Jan Kubis û Balyozê Amerîka yê li Iraqê Douglas Solliman û Balyozê Brîtanya yê li Iraqê Franks Baker û şandeke bi wan re kir.”

Serokatiya Herêma Kurdistanê herwiha behsa pêşkêşkirina alternatîvekê ji bo referandumê ji aliyê şanda Amerîka, Brîtanya û Netewên Yekbûyî dike û dibêje: “Di civînê de şanda mêvan alternatîvek li şûna encamdana referandumê di 25ê Îlonê de pêşkêş kir.”

Di dawiya daxuyaniyê de jî tê gotin, ku Serok Barzanî alternatîva referandumê li wan wergirtiye û ragihandiye, ku ew dê piştî gotûbêjkirina vê mijarê li gel serkirdatiya siyasî ya Kurdistanê biryara xwe bidin.

Daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê wiha dibêje: “Serok Barzanî ev alternatîv wergirt û pêşwazî li gotûbêjên sazîner kir, lê belê derbarê referandumê û alternatîva pêşniyarkirî de ragihand, ku ev yek tenê bi biryara min nîne û em dê vê mijarê li gel serkirdatiya siyasî Kurdistanê behs bikin û di demekê nêzîk de em dê helwesta xwe di vê bareyê de rabigihînin.”

Barzanî piştî civînê li Zaxo beşdarî bernameuekê bû û li wê derê qala referandûm û wê civîna ku pêk hatiye kir û diyar kir em ê taloqê nedin referandûma serxwebûnê.(ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.