Amerîka di warê Qudsê de gef li welatênNeteweyên Yekbûyîxwar
Nîkkî Haleya Temsîlkarê NYyê ya Amerîka berîya dengdayîna sibe ya Qudsê bi gotina “Em ê di vê mijarê de temamê dengan qeyd bikin” gefê li welatên ku dê deng bidin xwar.
Li gor îddîayên ku di malpera Kovara Foreîgn Polîcyê hatine parvekirin Nîkkî Haleya Temsîlkarê NYyê ya Amerîka berîya dengdayîna sibe ya Qudsê ji welatên ku endamên Neteweyên Yekbûyî re e posta şand û bi gotina “ Dema ku we fikirî dengê xwe bidin em dixwazin ku hûn bizanibin ew ê Serok û Amerîka vê yekê wek meseleya şexsî fêm bike” û welatên ku dê deng bidin tehdîd kir.
Haley diuar kir ew ê wan dengên ku derbarê Qudsê de bên dayîn bên qeydkirin û dê ji Trump re bên raporkirin û dû re wiha got: “ Ew ê serok dengdayînê ji nêz ve taqîb bike û ji min rapora wan welatên ku dê li dijî deng bidin xwast. DI vî warî de em ê temamê dengan qeyd bikin.”
Heftîya borî di Konseya Ewlehîya Milletan de pêşnûmaya Qudsê ya ku ji teref Misrê ve hatibû dayîn bes ji teref Amerîka ve hatibû qebûlkirin û 14 welatên din ên ku endam in ve hatibû redkirin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.