Amerîka Dixwaze Li Afğanîstan Hebûna Xwe Bidomîne
Amerîka Dixwaze Li Afğanîstan Hebûna Xwe Bidomîne
Qetlî’amên Nato yên bi serekatiya Amerîka hê li Afğanîstanê didomin, ji alî Wezîrê Parastinê yê Amerîka beyanatek nû hat. Wezîrê Amerîka Leon Panetta got ku divê hebûna artêşa Amerîka piştî ku 2014an de ji Afganîstan vekişin jî bidome.
Wezîrê Amerîkayê Îşğalker Panetta li Pentagonê beyanateke medyayî li darxist û go: Divê piştî 2014an jî hebûna ‘eskerên Amerîka li Afğanîstanê bidome.
Panetta beyanata xwe wisa domande: “Ji ber ku hê El Ka’îde di Afğanîstanê de hêza xwe didomîne û dixebite ku qeweta xwe ya li Afğanîstan zêdetir bike divê piştî 2014an jî hebûna ‘eskerên Amerîka li Afğanîstanê bidome. Dê piştî 2014an jî pêdivî bi Amerîka hebe.”
Amerîka, dê di 2014an de li gor teqwîman hatiye te’yîn kirin leşkerê xwe ji Afğanîstanê bikşîne.
Amerîka û muttefîkên wÎ bi bahaneya terorê di 7ê Mijdara 2001î de Afğanîstan îşğal kiribûn û bi sed hezaran Musulman şehîd kiribûn. Piraniyê Musulmanên hatine şehîd kirin ji sivîla ne. Pirê sivîlên hatine kuştin jî ji zarokane. Li gor tê gotin 1 Milyon zarokên afğan multecî ne. www.bangaheq.net
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.