Amerîka: Em ji jêhatîbûn û cesareta Pêşmergeyan re mînnettar in!

Amerîka: Em ji jêhatîbûn û cesareta Pêşmergeyan re mînnettar in!

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîka Heather Nauertdi daxuyaniya çapemeniyê ya rojane de derheqê Pêşmergeyan de diyar kir “Em ji jêhatîbûn û cesareta Pêşmergeyan re mînnettar in!”

Berdevka Wezareta Karên Derve ya  Amerîka Heather Nauert  di daxuyaniya çapemeniyê ya rojane de derheqê qeyrana di navbera Hewlêr û Baxdayê de nirxandinan kir û ji her du terefan banga gotûbêjê kir.

Nauert  di berdewama axavtina xwe de diyar kir “Em Birêveberiya Herêmî ya Kurdistana Iraqê di şerê li dijî DAIŞê de mutefîkekî baş dibînin.” Di civînê de rojnamevanek ji Nauert pirsa “gelo hê jî hûn li ser vê fikr û raman xwe ne” kir. Nauert jî pirsa rojnamevan wisa bersivand: “Em ji jêhatîbûn û cesareta Pêşmergeyan re mînnettar in. Ev nehat guhertin. Me her tim ji vê bawer kir û he jî em wan wek hêzekê dibînin.”

ÎLKHA

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.