Amerîka, ji sîyonîstan re 2 hezar pîyadeyê behrê dişîne

Amerîka, ji sîyonîstan re 2 hezar pîyadeyê behrê dişîne

Hat dîyarkirin Emrîkaya îşxalker û emperyalist ji bo alîkarîyê 2 hezar pîyadeyê behrê bi şikleke acîl dişîne axên di bin îşxala sîyonîstan de ne.

Li gorî xebereke Rojnameya Wall Street Journal ku bi weşanên xwe yên terefgirîya sîyonîstan tê nasîn, Emrîka, ji bo alîkarîyê 2 hezar pîyadeyê behrê dişîne ji sîyonîstan re.

Li gorî îddîayan ewê leşker ji bo şer neçin herêma di bin îşxalê de ye, ewê ji bo desteka tendûristî û ji bo şêwirmendîyê herin.

Hat dîyarkirin ku leşker ji Rojhilata Navîn û tevî Ewrûpayê û ji herêmên din hatine hilbijartin.

Hêj ne dîyar e ku ewê Emrîka leşkeran li kû derê û bi çi awayî bi cîh bike lê belê heger sîyonîst ji bejahî êrîş bibin li ser Xezzeyê ewê van leşkeran jî alîkarîyê bidin leşkerên sîyonîstan. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.