Mamostê SIPYAGÎ

Mamostê SIPYAGÎ

Apo Jî Apo Ba!

PKK/BDP, dîsa girtina Öcalan kir bahane, û li Kurdistan’ê êrîşî derû dora dike, û zirarê dide milletê Kürd. Berî wê jî, van êrîşê wan berdewam dikir. Wekî hova nabên male, zaroke, z’afû zêçe bombeya, molotofan davên nava wan. Bîlxesse partî û komeleyên Îslami hedef digrin. Ev zêdeyî 200 êrîş li ser HUDA PAR û komeleyên nêzîkî wan kirine.

PKK ji roja hatîye ava kirin, û heta îro bi zordestîyê partî, cema’et û komelê Kurdistan’e temisandîye, û heqqê jîyanê neda ye wan. Bi vê sedemê gellek însanê Kurd, xwina wan hate rijandin, mal liwan kirine wêran. Îro hûn li dîroka PKK’ê binerin, hûnê rehet bibînin.

Li belê PKK û medya xwê, bi derewa û îftira, ê li hemberê xwe, timî xwest ji ber ç’avê millete Kurd bixîne. Bi rastî van derewû îftirayê wan gellek car jî cî girtîye. Partîyek wanî, hûn li dinyayê bigerin belkî hûn zor bibinin. Dujminantîya wan bi bêbextî û qelleştîyê ye.

Tu qaide û nîzam li cem wan tüneye. Kesên li hemberê wan be, tê keve ber wan, ji kuştina zarokû pîrekê wan jî paşve namînin. Öcalan talîmatê xwe de, di bê je; “hetanî mirîşkê wan jî bukujin.” Car heye hevalên xwe jî dukujin, û davên hustê ê qarşî xwe, ji bo êrîşê wan bikin, û wan ji ber xwe derxînin.

Ev partî (PKK) li ser serokperestîyê hatîye ava kirin. Öcalan xwe li ser hevalê xwe ‘ededî bi îlahtî daye qebûl kirin. Ji ber vî hawî hinek ê li dû wî haşa dibêje; “serok me ji nüve çêkirîye”, hinek jî dibêjin pêxemberê meye. Belkî tê bîra we, di selsala ji dayikbûna Öcalan de, murîdê wi mala wî ziyaret dikirin, û axa mala wî dixistin tûrikê xwe, ji boy teberrukê dibirin welatê xwe!

Öcalan jî, di hinek pirtûkê xwede wani nivîsandîye: “min (haşa) Xwedê meğlub kirîye. Ejî bûme nîv Xweda!”, “Kesî ji boy İsa û Muhemmed xwe ne şewitandîye, li bele hinek ji bon min xwe dişewitîne.”

Ka gelo ev mirova (Öcalan) vê qîmetê heqq dike! Di vê mijarê de hedîsek hat bîra min. Xalê Ferman hebû li Çinarê. Însanekî di halê xwede bû, û bi keda distê xwe îdara mala xwe dikir. Bi şiklê xwe hûrik û zihîf bû. Êvarkê ji îşê xwe derket di çû malê. Li ser rê ‘erebak ji Mêrdîn dihat li binguhê wî xist. Millet li ser wî topbûn. Birazya wî jî hat, li ser wî kir qêrîn û hewar û got; “haho apo haho apo.” Şifêrê 'ereba Mêrdîn jî hat li ser wî sekinî, lê wî nerî û got; “niha apo jî apo ba!”

Wekî me go, gelo Apo seroktîya Kurd’a heqq dike! Hûn giş zanin di van demê paşiyê de, hinek qasedê Öcalan, ji teref Partîya Karkerê Tirkîyê hat belav kirin. Ev parti a Doğu Perinçek e. Perinçek, zemankî di nava wî, û Öcalan av ne diherikî. Öcalan çîçek dida wî, wî jî methê Öcalan dikir! Yanî Öcalan li ber destê Perinçek rabû bû. Heta hûn dîqqat bikin navê partîya wan jî 'eynê ye! Yek jê Partîya Karkerê Kurdistan’ê ye, yek jî Partîya Karkerê Tirkîyê ye.

Ev qasedê îro tên belav kirin, ê zemanê Öcalan hati bû girtin, ew ifade danin eskerê tirkî. Di van ifadan de, em çend gotinê Öcalan dixwazin bidin. Hûn jî qerara xwe bidin, ka ku Öcalan seroktîya Kürd’a heq dike, yan jî nake! Yanî Apo jî Apo’yi ya na! Êdî qerar a weye.

Öcalan dibê je:

  • * Dîya min jî Tirk’e, eger hûn imkanê bide min, ez ji xizmeta dewletê re amade me!
  • * Gerek em zimanê Tirkî, hênî gelê Çolemergê (Hakkari) bikin!
  • * Hûn îmkanê bide min, ezê bi milyona Kurd bi dewleta Tirkî ve girêdim!
  • * Temamê serhildanê Kurda paşverûne (Gerici-İslami) û ji teref dewletên derve de hatîye alîkar kirin! Dewleta Tirkî di vê mijarê de, heqqê wan heye kû van serhildana bişirpîne! Dewlet ne dujminê Kurda ye!
  • * Kurd li Tirkî, xwedî temamê mafê (heqqê) xwe ne!
  • * Ez ji Tirkê nîjaperest (Milliyetçi) bêtir Tirkim!
  • * Me tekela Berzanî şikand. Bi Berzanî bawer nebin. Berzani bi rehetî kane Tirkî bifiroşe! Em kanin tevdek vana (Berzanî-Telebanî) bi Tirkî ve gire din. Em tevde bin, em kanin nefesê li wan biçikînin! Xelqê Kurd, ji Berzanî û Telebanî nefret dikin!
  • * Gelê Tirk, wekî dara bi koke, Kurd jî şağê wê darêne! Ez xalis muxlis ne Kürdüm!
  • * Gere Kurd, ji İslamê bên dûr kirin! İslamê Kurd ji paşve hiştîye!
  • * Ji boy pêşîya Cema’eta Hîzbûllah û terîqeta bên girtin, gerek dewlet tedbîrê bistîni!
  • * Hevalê min ximbilin (kukladır)
  • * Şêx Se’îd paşverû ye, (Gericidir) û casûsê Îngilisi ye, îngîlîsîya alîkarya wî kiriye!
  • * 6 meha vext bidin mi, ezê temamê PKK’ê têxim xizmeta dewletê!
  • * Ez taşeronim…!

 

 

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
1 Yorum