Arakanî Li Ser Rêya Hîcretê Dîsa Candan

Arakanî Li Ser Rêya Hîcretê Dîsa Candan

Ferîbotek Ku Koçberên Musluman Dibirin Xerq Bû:50 Winda

 Li Myanmarê zulma bûdîstan berdewam e. Te’de û zorbatiya li ser muslumanan nasekinin. Bêdengiya alemê jî dewam dike. Li gor xeberên ajansan, ferîboteke ku koçberê Rohînghayê dibir, di behrê de xerq buye. Di ferîbotê de nêzî 100 kes hebûne. Hat gotin ku di hadîseyê de dora 50 kes winda bûne. 23 kes ji teref masîvanan ve hatine rizgar kirin. Ferîbot li nêzî Bangladaşê noqî avê buye. Ferîbot koçberên muslumanên Araqanê dibirin Malezyayê.

Li aliyê din Teşkîlata dewletên Yekbûyî gazî kir ku li xerabmalên Myanmarê 11 milyon dolar alîkarî bê kirin.

Programa ğidayê ya dinyê ya teşkîlata dewletên yekbuyî gazî mensûbên xwe kir ku li xerabmalên Myanmarê yên ku ji ber hadîseyên şîddetê malên xwe terikandine, 11 mîlyon dolar alîkarî bikin. Tê îfade kirin ku zêdetirî 110 hezar kes malên xwe terikandine. Berdevkê programê yê Esyayê diyar kir ku hinek malxerab di bin daran de di şertên giran de disitirin.

Berdevk îfade kir ku perên bên berhevkirin, wê ji bo malxerabên herêma Araqanê bên serifandin, ew jî encax têra qûta wan a şeş mehan dike. www.bangaheq.net

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.