Arîkarê Dekanê Fakulteya Zanîstên Îslamî ji wezîfeya xwe hat dûrkirin

Arîkarê Dekanê Fakulteya Zanîstên Îslamî ji wezîfeya xwe hat dûrkirin

Doç. Dr. Davud Okçuyê Arîkarê Dekanê Fakulteya Zanîstên Îslamî ya Zanîngeha Êlihê ji belavkirina nivîsa rektoriyê ya “derbarê cil û bergên xwendekaran de” ya ku ji fakultê re hatibû şandin berpirsiyar hat dîtin û ji wezîfê hat dûrxistin.

Hat ragihandin Doç. Dr. Davud Okçuyê Arîkarê Dekanê Fakulteya Zanîstên Îslamî ya Zanîngeha Êlihê ji belavkirina nivîsa Rektorê Zanîngeha Êlihê Prof. Dr. Aydin Durmuş a  “derbarê cil û bergên xwendekaran de” ya ku ji Fakulteya Zanîstên Îslamî hatibû şandin berpirsiyar hat dîtin û ji wezîfê hat dûrxistin.

Okçuyê ku bi lêpirsîna ku ji teref zanîngehê ve hat vekirin ji wezîfê hat dûrxistin ji belavkirina belgeyê berpirsiyar hat dîtin û zanîgehê wî wek sûcdar îlan kir.

Dihat hêvîkirin ku ew nivîsa ku ji teref Rektortîya Zanîngehê ve hatiye belavkirin bê kişandinî lê belê birêveberîya zanîngehê Doç. Dr. Davud Okçuyê Arîkarê Dekanê Fakulteya Zanîstên Îslamî ya Zanîngeha Êlihê ji belavkirina nivîsa rektoriyê “derbarê cil û bergên xwendekaran de” ya ku ji Fakulteya Zanîstên Îslamî hatibû şandin berpirsiyar hat dîtin û ji wezîfê hat dûrxistin.

Di nivîsa ji wezîfê dûrxistinê ya ku bi îmzaya Wekîla Rektorê Zanîngeha Êlihê Prof. Dr. Gulrîz Kozbe hatiye weşandin de hat diyarkirin ku Doç. Dr. Davud Okçuyê Arîkarê Dekanê Fakulteya Zanîstên Îslamî ya Zanîngeha Êlihê di bergeha lêpirsîna ku hatiye destpêkirin de ji wezîfê hatiye dûrxistin.

Di nivîsa ku berî niha hatibû şandin de derbarê mijarê de wisa hatibû gotin:

“Li Kampusa Ramana Rojava di wextên cûda cûda gelek kes şahid bûne ku pîrekên ku bi temametî nixûmandî, bi pardosu, bi peçe û bi berçevk in tên û diçin. Ev yek bûye sedema dilmetirsîyê. Hatiye telepkirin ji bo tespîta çareserîya ev cûr nixûmandinê rayedarên pêwîst bên agahdarkirin. Ew xwendekarên ku qala wan hatine kirin ji ber ku xwendekarên beşa dekantîya me ne, ez rica dikim ku  derheqê wan de li gor ‘Rêziknameya Cil û Bergên Xwedenkarên Sazîyên Perwerdehîya Bilind’ tiştê pêwîst bê kirin.”

Her weke ku dê bê bîran Rektor Durmuş yekî ku ne îlahîyatnas bû ji beşa Fakulteya Ilmên Îslamê re wek dekan tayîn kiribû.(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.