Armanca CHPê Çi Ye?
Qadîfeqaleya Îzmîrê, ji deverên kevintirînên Îzmîr û tarîxê ye, ehlê wê jî bi piranî Kurd in. Belediya CHPê, Qadîfeqaleyê herêma hezazê îlan kir û bi têlsincikan dorpêç kir. Ehlê mehelê jî li ser vê qirarê, tepkî nîşan da
Qadîfeqaleya Îzmîrê, ji deverên kevintirînên Îzmîr û tarîxê ye, ehlê wê jî bi piranî Kurd in. Belediya CHPê, Qadîfeqaleyê herêma hezazê îlan kir û bi têlsincikan dorpêç kir. Ehlê mehelê jî li ser vê qirarê, tepkî nîşan da.
Ebdurrehman Gultekîn wiha got “Ez ji 1972an vir ve, li mehelê rûdinim. Li vir tu hezaz û hêlan jî neqewimiye. Ev îlana hezazê, hîla belediyê ye. Dixwazin me Kurdan ji vir derxin. Ez bi jidandî dibêjim ku, ji ber em Kurd in, dixwazin me ji vir derxin.”
Ehlê mehelê beyan dikin ku, bi têlsincikan wan xistine mîna hepseke vekirî û wiha gazî serekê belediya bajarê mezin Ezîz Kocaoğlû û serekê belediya Konakê Hakan Tartan kirin “Ji ber riya me tune ye, em pêl têla dikin û diçin mekteb û nexweşxanê. Eger tiştek bi serê me de were, hun jê mesûl in.”
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.