Artêşa Azad bi dehan rêwiyên Kurd li Efrînê girtin
Malbatên girtiyan ku tevahiya wan Kurd in, diyar kirin ku her du pasên kompaniya Çîlo bi şofêrê û rêwiyan ve duh hatin girtin.
Grûpên girêdayî Artêşa Sûriyê ya Azad 2 pasên tije rêwiyên Kurd ên xelêk herêma Efrîn girtin û dibêje heta YPGê hevalên wan azad neke ew wan rêwiyan bernadin.
Li gor zanyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, duh dema ku du pasên rêwiyan ji bajarê Helebê dihatin Efrînê, pasek li bajarokê Seraqib û pasek li gundê Etmê yên girêdayî parêzgeha Idlibê ji aliyê hêzên opozîsyona Sûriyê ve hatin girtin.
Malbatên girtiyan ku tevahiya wan Kurd in, diyar kirin ku her du pasên kompaniya Çîlo bi şofêrê û rêwiyan ve duh hatin girtin.
Wek ku malbat dibêjin “sedemên girtinê ewe ku Artêsha Azad dibêje tankeke mazotê û 4 kesên ku bi tankê re bûn ji aliyê YPGê ve hatine girtin û ew li hember azadkirina wan rêwiyan dixwaze YPGê hevalên wan berde”.
Her li gor zanyariyên Rûdawê, malbatên girtiyan serdana navenda asayiş PYDê li Efrînê kirin, lê asayişê gotiye ku ti kes ji aliyê wan ve nehatiye girtin “ne xwediyê tanka mazotê û ne ti kesê din”.
Ji ber ku rêya serek ya di navbera Heleb û Efrînê de ji aliyê rêjîm û Artêsha Azad ve hatiye girtin, otombîlên rêwiyan di rêyeke din re ku bi “rêya Eskerîm tê naskirin diçin Helebê.
Rêwî di rêya Eskerî re ji Efrînê derbasî parêzgeha Idlibê dibin û pişt re derbasî parêzgeha Hemayê dibin û di gundê Xenasêr re diçin heya digihine taxa Siryan a bajarê Helebê ku di bin kontrola rêjîmê de ye.
Rêwiyên ku di wê rêyê re diçin Helebê, 13 saetan di rê de dimînin.
Rûdaw
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.