Artêşa Malî Eskerên Zarok Dişîne Herbê
Teşkîlata Efûyê diyar kir ku, ordî û artêşa Malî heqên însana yên cîddî îhlal dike
Teşkîlata Efûyê diyar kir ku, ordî û artêşa Malî heqên însana yên cîddî îhlal dike.
Pisporên teşkîlata Efûyê, ji bo deh rojan serdana Malî kir. Piştî ziyareta xwe bi delîlên ku bi dest xistine raporekê weşand. Li gor rapora wan, ordî û artêşa Malî, li dij hiqûqa heqên însanan tevdigere, di pevçûnan de gelek eskerên zarok dişixulîne.
Li aliyê din ji bajarên ku teyarên Fransayê îşgalker bombardiman dike, milletê Malî bar dikin û direvin. Ji ber ku di riyan de mesela ewlehiyê heye, riyên din diceribînin û dora rêwîtiya heftekê, tê û birçî digihêjin sînorê Morîtanyayê.
Tê gotin ku di rêwîtiyê de hinek nexweş dikevin, perîşan dibin, paşê li qempên multeciyan tedawî dibin. Ji wan hinek jî wefat dikin. Hat beyan kirin ku li qempa Îmberrayê, nêzî 70 hezar multecî û penaberên Malî dimînin.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.