Artêşa Nîjeryayê qampa penaberan bombebaran kir: 100 mirî
NAVENDA NÛÇEYAN - Hat ragihandin ku artêşa Nîjeryayê bi çewtî qampa penaberan bombebaran kiriye û di encama bombebaranê de herî kêm 100 kes jiyana xwe ji dest dane.
Hat ragihandin ku artêşa Nîjeryayê bi çewtî bi balafirên cengî qampa penaberan bombebaran kiriye û di encama bombebaranê de herî kêm 100 kes jiyana xwe ji dest dane.
Ji artêşa nîjeryayê General Gen Lucky Irabor di derbarê mijarê de daxuyanî da. Irabor destnîşan kir ku rast e ku balafirên cengî qampa penaberan a ku li bakûra welat e bombebaran kiriye. Lê bombebaran bi çewtî hatiye kirin.
Ev bûyer xetaya artêşa Nîjeryayê ya ewil nîne. Berê jî dêmanên siwîlan ji teref artêşê ve bûbû hedef. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.