“Av”a ku çavkaniya jiyana bingehîn e di bin tehdîdê de ye

“Av”a ku çavkaniya jiyana bingehîn e di bin tehdîdê de ye

Neteweyiyên Yekbûyî, di rapora ku amade kir de wek hişdarî bal işand ku dê di nabeyna 13 salên beriya me de mihtaciya li avê 2 qat zêdetir bibe.

Neteweyiyên Yekbûyî, di rapora ku amade kir de wek hişdarî bal işand ku dê di nabeyna 13 salên beriya me de mihtaciya li avê 2 qat zêdetir bibe. Ji ber vê yekê hat diyarkirin divê ku demildest rafînajên avê werin sazkirin.

Gor rapora ku ji teref NY û UNESCO ve hat weşandin heta sala 2030yan dê li gelemperê dinyayê teleb û daxwaza ava paqij a însanan ji sedî 50 zêdetir bibe. Ji sedemên vê yekî jî germahiya kureyî ye.

Ji sisêyan 2yê vê însanan ku li herêmên bejî û nîvê wê jî li welatên herî qelebalix ên wekê Hindîstan û Çînê dijîn.

Her sal 3 milyon û nîv însan ji ber nexweşiyên ku têkiliya wan bi kêmasiya avê heye dimirin

Îsal mijara rapora ku hatiye weşandin ava bermayî ye. Di rapora NY deji bo ku hawîrdor were parastin û bi xelahiya avê ya kureyî re micadele were kirin divê ku zêdetir avên bermayê were palîn û rafînajkirin. Gor rapora NYyê her sal 3 milyon û nîv însan ji ber nexweşiyên ku têkiliya wan bi kêmasiya avê heye dimirin. Ji van 800 hezar însan ji ber ava qirêj an jî ji ber av temîn nekiriye ku destên xwe bişûn mrine.

Gor raporê welaytên pêşve çûne ji sedî 70 avên bermayî rafinaj û parzîn dikin. Lê li gelemperê dinyayê gelek madeyên kimyayî, dermanên bermayî avên cûr bi cûr ên ku di nav xwe de bakteri dihewînin ji sedî 80yê wê dirije nav behr û oqyanosan.

Dîrektora UNESCOyê Irîna Bokova di derbarê mijarê de axivî. Bokova diyar kir dema ku mirov li ava vexwarinê mêze dike divê ku rafînajkirina avê neyê îhmalkirin.

Xeze di bin tehdîdê de ye

Di raporeke ya ku ji teref Oxfama saziya alîkariyê ye ve hat amadekirin de qala rewşa Xezeya Filîstînê tê kirin. Li herêmê ji ber kêmasiya avê û tedarikkirina avê tendirustiya 2 milyon kesan di bin tehdîtê de ye. Gor raporê binesaziya ku ji ber dorpêçkirina Îsraîla îşqalker texrîb bûye nayê tamîrkirin.

NY, diyar dike ku ava tê rafînajkirin ji bo vexwarinê çavkaniyeke girîng e û lê hêj ji vê yekê zêde îstîfade nayê kirin. Di sala 2010an de di Civîna Giştî ya Neteweyiyên Yekbûyî de ray hat dayîn û bi vê raydanê re biryar hat dayîn ku ava vexwarinê ya paqij “mafê însanan a bingehîn” e.

Pêşeroj ji bo zarokan endîşedar e

UNICEFa Fona Alîkariyê ya Zarokan a NYyê jî di derbarê mijara hanê ya ku bi milyonan zarokan tehdît dike de hişdriyeke wiha da: “Heta sala 2040an tê texmînkirin ku dê 600 milyon zarok li herêmên ku temînkirina avê bizehçmet e bijîn.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.