Avahiyên ku ji bo mexdûrên Sûrê dihatin çêkirin li ber xelasbûnê ne
31 blok avahiyên ku ji bo mexdûrên şer û pevçûnên Sûrê dihatin çêkirin li ber xelasbûnê ne.
Hat ragihandin 31 blok avahiyên ku ji teref TOKIyê ve ji bo kesên ku ji ber şer û pevçûnên li Sûrê mexdûr bûbûn dihatin çêkirin li ber xelasbûnê ne û ew ê avahî di meha îlonê de bên teslîmkirin.
Piştî şer û pevçûnên ku li heremê rû dan gelek nîştecih tesîreke neyînî dîtin û mexdûr bûn. Ji ber vê mexdûrbûnê di koordîneya Wezareta Bajarvanî û Hawîrdorê de ji teref TOKIyê ve 31 blok avahî hatin çêkirin. Hat ragihandin ev avahiyên ku li ber xelasbûnê ne ew ê di meha îlonê de ji kesên mexdûr re bên teslîmkirin.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.