Avahiyên ku li wargeha bi navê “Kırklar Dağı” hatine çêkirin dê neyên xerakirin
Hat ragihandin avahiyên ku li Sûra Diyarbekirê li wargeha bi navê “Kırklar Dağı” hatine çêkirin û berî niha bûbûn sedema bertekan neyên xerakirin.
Avahiyên ku hatine çêkirin di nav sînorên Bexçeyên Hewsela Sûrê ya ku berî niha ji UNESCOyê ve hatibû xistin nava “Mîrasên Dinyayê yên Çandî” de ne û berî niha ev avahî ji ber ku menzereyeke nexweş dida sîlueta bajêr xelkê bertek nîşan dabû û xwestibû ku ev avahî bên xerakirin.
Welatiyek derbarê mijarê îstîmlaqkirina avahiyên li “Kırklar Dağı”yê de serî li Navenda Pêwendiya Serokwezîrtiyê da û teleb kir ku di vî warî de jê re agahî bê dayîn. Di encama serîlêdana ku hat kirin de bi îmzeya Vedat Gurgenê Midûrê Giştî yê Xizmetên Veguherînên Bajarî û Binesaziyê yê Wezareta Bajarvanî û Hawirdorê bersivek hat dayîn. Di bersive ku hat dayîn de hat destnîşankirin “Di warê îstîmlaqkirina avahiyên li Kırklar Dağıyê de tu xebatên wezareta me tuneye.”
Weke ku dê bê bîran berî niha ji ber bertekên ku hatibû nîşandan hatibû diyarkirin ew ê avahî bên xerakirin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.