Awrûpa Hember Eş Şebab 200 Milyon Dolar Da Hikûmeta Somalî
Awrûpa Hember Eş Şebab 200 Milyon Dolar Da Hikûmeta Somalî
Yekîtiya Ewrûpayê ji bo ku li ber hereketa Eş Şebabê bê bikar anîn, 200 milyon dolar da îdara Somaliyê. Hat îddîa kirin ku alîkarî ji bo yargiyê, saziyên dewletê yên betalbuyî, hêzên polîsa Somalî û ji bo sîstema tehsîl û perwerdehiyê hatiye kirin. Feqet amanc ew e ku destê dewletê li ber hereketa Eş Şebabê xurt bibe.
Alîkariya yekîtiya Ewrûpayê ji teref temsîlkarê xisûsî yê teşkîlatê ve hat beyan kirin. Di programa alîkariyê de hilbijartinên serekwezîrtiyê ya ku di meha Îlonê de hat kirin jî heye. Ewrûpa dixwaze li welêt hikûmeteke ku ji teref teşkîlata dewletên Yekbuyî ve tê destek kirin ava bibe.
Wekî tê zanîn hereketa eş Şebab li ber ordiya Somalî, li ber hêzên yekîneyên yekîtiya Efrîka mucadele dike. Eş Şebab dixwaze li Somalî şerîeta Îslamê hakim bike. www.bangaheq.net
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.