AYGUN HAT BERDAN

AYGUN HAT BERDAN

Wekîlê CHPê Huseyîn Aygun, roja yekşemê li ser riya Ovacika Dêrsimê, ji teref du mensûbên PKKê ve hatibû revandin

 AYGUN HAT BERDAN
WEKÎLÊ CHPÊ HUSEYÎN AYGUN PIŞTÎ DO HAT BERDAN

Wekîlê CHPê Huseyîn Aygun, roja yekşemê li ser riya Ovacika Dêrsimê, ji teref du mensûbên PKKê ve hatibû revandin. Li ser revandina wî, ji aliyên sîyasî û xelkê Dêrsimê, gelek şermezarkirin û nerazîbûn hatibûn beyankirin, eskeriyê jî dest bi operasyonê kiribû.

Wekîl Aygun piştî du rojan, nêzî devera ku hatibû revandin, do êvarê hat berdan. Huseyîn Aygun, piştî dîtina maliyên xwe, beyana medyayî kir. Aygun wiha got “Min zanibû ku ev revandin provakatîf e û ezê bêm berdan. Emrê berdana min, rast ji teref Bahoz Erdal ve hat dayîn.”

Li aliyê din li merkeza bajarê Colemêrgê, digel leyletulqedrê jî pevçûn nesekinî. Li sûk û merkezê, di navbera polîs û hinek alîgirên PKKê de, hadîse qewimîn. Bi ğaz û molotofan dan ber hev. Hat îddîa kirin ku polîs, bombê deng jî bikaraniye.

Ji millet hinek însanên ku ji bo leyletulqedrê çûbûn camiyan, di vegerê de di navbera hadîseyan de man. Ji wan hinek ji bombên ğazê êşiyan, bi ambulansa wan rakirin nexweşxanê. 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.