Bablîsoka Li Emrîkayê

Bablîsoka Li Emrîkayê

Li Emrîkayê li bajarê Oklahomayê, bablîsokê bajar da ber xwe. Di hadîseyan de 20ê wan zarok bi kêmanî 91 kes mirin, gelek kes jî birîndar û winda ne.

Li Emrîkayê li bajarê Oklahomayê, bablîsokê bajar da ber xwe. Di hadîseyan de 20ê wan zarok bi kêmanî 91 kes mirin, gelek kes jî birîndar û winda ne.

Surata bablîsokê di saetekê giha 321 kîlometreyê, firehiya wê jî dora 3 kîlometre bû. Dora 45 deqîqe bajar da ber xwe. Nexasim li banliyoya bajêr, xisar û xerabûn mezin bû. Li hinek deveran mehele û mekteb hilweşiyan. Bi sedan wesayît xisar dîtin. 70yê wan zarok 140 kes di nexweşxanan de tedawiyê dibînin.

14 sal berê jî bablîsokek qewimîbû. Di heyama bablîsokê de surata bayê, gihabû 486 kîlometreyê. Di hadîseyan de 44 kes miribûn.

Li herêmê gelek caran bablîsok diqewimin, feqet îcar bablîsok li nav bajêr qewimî. Du roj berê jî di bablîsokê de 2 kes miribûn. BANGAHEQ

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.