Bagera Sandy Yê
Di Bobelata Bagerê De Hejmara Miriyan Gîha 50
Tesîra bahoz û bagera Sendiyê li ser Emrîka zêde buye. Hejmara kesên mirî gîha 50. Hat îfade kirin ku bager heta niha ji 15 bahozên herî xerakirox yek e. Xisara bagera Îrene ya par 15 mîlyar dolar bû. Feqet tê texmînkirin ku wê xisara Sendiyê bighê 30-35 mîlyar dolarî.
Bagera Sendiyê li Emrîka heyatê felç kir. Nexasim tesîra bagerê li New Yorkê pir zêde ye. Her wiha li New Jerseyê li şerîda rexê behrê bi ba û lehiyê xisarek mezin diqewimîne. Li New Yorkê 23 şewatên mezin pêk hatin. 80 mal yekser şewitîn. 7 mîlyon kes di tariyê de ne. Wê elektrîk qederê heftekê bê birîn. 15 hezar seferên teyaran hatin betal kirin.
www.bangaheq.net
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.